Dolar : Alış : 6.2671 / Satış : 6.2784
Euro : Alış : 7.3794 / Satış : 7.3927
HAVA DURUMU
hava durumu

istanbul28°CAz Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 22 Kategoride 362 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

Îslamiyet ne Dînê Terorê ye/ islam Terör Dini Değil

21 Haziran 2018 - 65 views kez okunmuş
Ana Sayfa » İSLAM»Îslamiyet ne Dînê Terorê ye/ islam Terör Dini Değil
Îslamiyet ne Dînê Terorê ye/ islam Terör Dini Değil

         Hun Karin Ji Qur’anê Delîl Bînin û İsbat Bikin go Îslamiyet ne Dînê Terorê ye û Berevajî vê Îslamiyet teror, anarşî û fitne qedexe kiriye?

Bersiv: Qur’an lanet li teror kiriye.  Anarşî û fitneyê buyereke herî sawdar daye wesfandin. Îslamiyet her cure teror, zilm û xayintî qedexe kiriye; Li hemberî hemû cureyên anarşî, ewaniyê bi şidet disekine. Îslamiyet li hemberî zerarê zerar nade.Dînê Îslamê ji bo sazkirina edaletê, ji bo şikandina despotî û zordariya nefsa dijwar û ji bo wijdanê bêne rewşa îtîdalê ji terefê Îlahî hatiye şandin. Ji ber vê yekê Îslam di vê mijarê de zahf hestyar e. Wilo ye go Qur’an kuştina mirovekî bi neheqî, xwînrijandiniyê, cinayeteke herî bi dehşet li hemberî hemû însaniyetê hatiye kirin dike wesfandin.

Nexasim Cenabê Heq :” Kî gol i hemberî canekî an jî li hemberî derxistina fitneyê li ruyê dinyayê bi neheqî yekî bikuje, WEKE GO HEMÛ ÎNSAN KUŞTİNE; Kî jî go jiyanekê xelas bike WEKE GO ÎNSANİYET TEV XELAS KİRİYE DİBE” (Suretê Maîde, 32) ferman kiriye. Qur’ana Pîroz bi terorê re li hemû fitne û fesadiyê jî lanet kiriye. Qur’ana Pîroz bal kişandiye li ser mirovên fitne derdixin, ên go dibine sebebê fitnê di civakê de û şer û fitneya ên go wesfê derbasî serî dibin tovê fitnê û fesadê diçênin. Qur’an dehşeta ewaniyê, xeteriya fitneyê bi rewşeke zelal derxistiye holê: “ Ew, wextê go li ser ruyê erdê dest bi kar kirin, baz didin ji bo gol i wir fesadiyê derxin û debr û zirretê ji koka wê ziwa bikin. Xweda ji fesadiyê hez nake.” (Suretê Baqara, 205).

Qur’an fitne qedexe kiriye. Di ayeteke pîroz de Cenabê Heq: “ Fitne, zilm û zordestî ji kuştina mirovekî sawdartir e.” (Suretê Baqara, 217)  ferman dike.

Di ruhê mislimanekî go ji ayetên Qur’anê yên wilo bi zêdeyî fêde kiriye; neyartî, kîn û hovîtî tune ye. Bi neyarê wî ê herî mezin re ji aliyekî weke biratiya he ye. Momin heqîqeta “ Me yên hatin afirandin xweş dîtin, ji ber Afirînerê wan” qebul kiri ye. Momin canfîdayê muhebetê ye. Wextê wî nîn e ji bo neyartiyê. Cenabê Heq di Qur’ana Pîroz de Ji ber go zerarên hinek însanan ji aliyê hinek însanên din hatine astengkirin îbadetgah ji zeraran hatine parastin îfade dike û bala bawermendan dikişîne li ser berlêhatin girtinên zeraran: “ Lewra go Xweda mirov li hemberî hev bêkes bihiştana bêguman wê demê keşîşxane, dêr, sînagog û îbadetgahên go navê Xwedê li wan deran bi bîr tên anîn wê xera bibûna biçuna. “ ( Suretê Hecc, 40)

Hezretî Muhemmed (sxs) pêxemberê rehmet û şefqetê ye. Di Qur’ana Pîroz de Cenabê Heq ferman dike, dibê: “(Ey Resûlê min) Me, te ji aleman re weke rehmetê şiyand. (Suretê Enbiya, 107). Hezretî Pêxember hemû cureyên exlaqê xweş di jiyana xwe de bi fiîlî şanî daye û di hemû jiyana xwe de eshabên xwe ji fitnê dûr kiriye.Bi hesasiyet û cidiyeteke fewqelade ferman daye ji bo ji fitnê dûr bisekinin: “ Ji fitnê dûr bikevin! Lewra wê demê ziman weke derba şur e. (Îbnî Mace, Fiten, 24). “ Ev muheqeq e fitneyek, cihêtiyek û ixtilafek wê çêbibe. Wextê ev rewş hat tevlî şurê xwe here Uhudê! Heta go bişikê li kevir xe. Dure li mala xwe runê. Heta dema destekî gunehkar an jî mirin were te (ji mala xwe derneyê).” (Îbnî Mace, Fîtên, 24). Hema berî qiyametê fitneyên weke parçeyên şevên tarî hene. Mirov di wextê wan fitna de momin digihê serê sibehê, heta êvarî dibe kafir; bi momintî digihê êvarî, sibehê kafir şiyar dibe. Di wan fitna de ê rudinê ji ê şipîya bixêrtir e, ê dimeşe ji ê baz dide bixêrtir e. Naxwe wilo kevanê xwe bişikînin, jihê xwe parçe bikin, şurên xwe jî li kevir xin. Heke têkevine mala yekî ji we, bera bibe ji kurên Hezretî Adem ê bixêr ( ne ê bikuje, ê bê kıştin).” (Ebu Dawud, Fîten, 2; Tirmîzî, Fîten, 33).

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

TemaFabrika