Dolar : Alış : 4.8000 / Satış : 4.8086
Euro : Alış : 5.5924 / Satış : 5.6025
HAVA DURUMU
hava durumu

istanbul31°CGök Gürültülü Sağanak Yağışlı

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 22 Kategoride 356 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

ZEMBÎLFİROŞ

20 Haziran 2018 - 158 views kez okunmuş
Ana Sayfa » KÜRD TARİHİ»ZEMBÎLFİROŞ
ZEMBÎLFİROŞ

ZEMBÎLFİROŞ

Ha dil were ha dil were

Herçî ji di ne bawer e

Ne ji ometa Pêxember e

 

Ha dil were carek bi coş

Car car were şerbeta xweş

Dil qiniyata Zembilfiroş

 

Zembilfiroş zembîla tîne

Sûk û kolan a digerîne

Nan û avê xwe pê distîne

Zarokan pê didebrîne

 

Wextê ew selika tîne

Xatûnê wî ji jor dibîne

Bi eşqa dilan dihebîne

 

Go kuro selka vir de bîne

Mîr dixwaze te bibîne

Biha biha ji te bistîne

 

Tu xatûna min a delal

Min bihîstiye mîr ne li mal

Ez selka bi kî re bikim bazar

 

Zembîlfiroş lawkê delal

Ew bi kulfet e erz û heyal

Hevek husn ji Yusiv li bal

 

Zembîlfiroş lawkê feqîr e

Misilheta selkanî jîr e

Dayîmê xewf heye li bîr e

 

Zembîlfiroş lawê helal

Ew vegeriya dîsa li mal

Çêkirin bi rengê al

Teze anî bir textê rewal

 

Zembîlfiroş bi eşqa şayîn

Ew kesîbê bi sirî ewlîn

Lê ber xatûnê guleke bîn

 

Dergevana hat derge danî

Cariyê hat lawik hilanî

Lê hîle heye law nîzanî

 

Zembîlfiroş diçû di der da

Silav da xatûnê ser da

Xatûn sivik rabû ji ber da

Dest qîse kir û tev xeberda

 

Zembilfiroş tu her biyanî

Ez ê bibêjim tu pê zanî

Min ji bo evîna dil tu anî

 

Tu xatûna min a zerî ne

Qisûr ser te qet tûnîn e

Lê dilo keskî nahebîne.

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

TemaFabrika