Dolar : Alış : 6.2671 / Satış : 6.2784
Euro : Alış : 7.3794 / Satış : 7.3927
HAVA DURUMU
hava durumu

istanbul28°CAz Bulutlu

- Hoşgeldiniz - Sitemizde 22 Kategoride 362 İçerik Bulunuyor.

SON DAKİKA

HZ. MÛSA Û HZ. HARÛN

17 Kasım 2014 - 55.070 views kez okunmuş
Ana Sayfa » İSLAM»HZ. MÛSA Û HZ. HARÛN
HZ. MÛSA Û HZ. HARÛN

HZ. MÛSA Û HZ. HARÛN
Bi deweta Hz. Yûsuf mêj de Benî Îsraîlî ji Filistîne hatibûne Misrê û li wir akincî bibûn. Ehliyê Misrêyî xwecîh jî qiptî bûn. Bi hatina îsraîliyan ve ev herdu milet bibûne cînarên hevdu. Li ser daxwaza Hz. Yûsuf li herema Câsanê ji xwe re war girtibûn. Lewra zarên Yaqûb (e.s.) heywan xwedî dikirin û ev der jî çêrgeheke rind bû. Di vê dewrê de sidqî serê Hz. Yûsuf kar û barê wan rind bû di nav ciwakê de jî qedrê wan dihate girtin. Hingî dem çû gelhe (nifûs) ya Benî Îsraîl zêdebûn û bela yî Misrê bûn. Lê piştî Hz. Yûsuf rewşa wan xerab bû, lewra rayedaran dianîn ewna di şixulê zor û zehmet de dixebitandin. Ji ber zêdebûna nifûsê wan him gelê heremê aciz dibûn him jî ewê Fir’ewn ( wê demê ji rêvebirên Misrê re fir’ewn dihate gotin) dida tirsandin. Ji bo vê di nav gel de nakokî peyda bibû. Heger Benî Îsraîlî bi vê jimara xwe ve hêz bigirtana paşerojê de yê bibûya xetereke mezin. Fir’ewn seba rê li vê bigre zilm û zordarîka mezin li kurên îsraîl dikir. Gel bir birî kiribû û ji wan hinek nêzîkî xwe kiribû û hineh zilm li wan dikir û serê kurên wan lêdixist, jinên wan jî sax dihîşt. Fir’ewn di vê zilma xwe de wisa ser ve çûbû û axozî bibû, ji ber vê di nav kesên alîgirên wî bûn de bû sebebê fikaran û hatin jê re gotin: Tu tînî bênavber kurên îsraîliyan dikujî û jixwe kesên wanên kal jî dimrin. Heke ev wisa bajo axiriyê de emê bêgav di wan şixulên zor û nerind de bixebitin. Ser vê Fir’ewn salekê zarê kurînê kuştin salekê nekuşt û ji wan salan yekê de Hz. Harûn bibû.
Ji lewra tê gotin, ji remildarên Fir’ewn yekî ji wî re gotiye ji Benî Îsraîliyan zareka kurînê dê rabe koka te biqelîne û rêvebirina welêt ji te bistîne.
Lêbelê Fir’ewn her çendî jî bo vê zara kurîne gelek zarên bêguneh kuştin jî Xwedê Teala ev tedbîrên wî yên hovane bê hukum hîşt. Zaroka dê li dijî Fir’ewnê sitemkar bisekiniya û pê re têketa têkoşînê hate dunyê. Tu agahiya remildar û xulamên Fir’ewn jî, ji vê yekê çênebûn. Lewra Fir’ewn ji bo zarên kurînê yên teze dibin bikuje ji leşkerên xwe destek (tîm) ji bo çavdêriya jinên giran yên îsraîliyan bikin kar (amede) kiribû. Dema wan jinên hemle zara xwe diwelidandin diçûn teselî dikirin ka zarok kure yan qîz. Ko zarok qîz bûya destê xwe nedidanê lê zarok kur bûya li ser malê de digirtin û zarok li ber çavên dê û bavan qetil dikirin. Mirovên belengaz û bêhêz li hember vê zilm û zordariya Fir’ewn bêgav nikaribûn tu tiştî bikin.
HZ. MÛSA Jİ DAYİK DİBE
Her çiqasî bername û pilanên Fir’ewn û alîgirên wî hebûn her wisa pilana Xwedayê Qadirê Mutlaq jî hebû û Mûsa (e.s.) ji dest û lepên wan xwîndaran parast.
Dayka Mûsa (e.s.) çend meha ew li cem xwe xwedî kir. Lê hergav xof û tirsa leşker û sîxweran di dilê wê de bû. Lewra rojên di rewşeke weha de diburîn pir zehmet bûn. Xwedayê Dilovan ji bo Hz. Mûsa biparêze û diya wî jî ji vê tengasiyê xelas bike, weha niqutande dilê wê:
“Me weha îlhamî dayka Mûsa kir: “Gava tu derheq wî de bitirsî, wî bimêjîne û têxe sandoqekê û bavêje behrê (nîl). (Ji bo wî) netirse û berxwe nekeve. Bêgu-man emê wî bi te vegerînin û emê wî ji pêxemberan bikin.” (Qasas: 7)

HZ. MÛSA Dİ QESRA FİR’EWN DE
Diya Mûsa (e.s.), Xweda Teala çawa emir kir wisa zaroka xwe ya viringî mêjand û kire hundurê sandoqekê û li cem/rûbarê Nîlê de roda berda û xwe siparte Xwedayê Mihrîban. Xûşka Mûsa ya mezin jî li pey şand ka hela sandoq bi ku ve diçe û çi tê serê Mûsa. Xûşka Mûsa li kêleka cêm re ji dûr ve da pey sandoqê. Gava sandoq ji ber qesra Fir’ewn re derbas dibû roda diçû leşkerên nobedar anîn sandoq dîtin û sandoq girtin. Lê nihêrîn di sandoqê de zareke kurînê heye û ew hildan birin cem xêyzana Fir’ewn. Zarên jina Fir’ewn çênedi-bûn û ji lewra hesreta zarokan bû û ji zaran gelekî hez-dikir. Ji bo vê çaxê çav bi vê zarokê ket xwîna wê li ser de keliya û ji Fir’ewn re got:
Ev zarok ji bo min û te ronahiya çavan e. Wî nekuje dibe kêrî me bê yan jî bibe kurê me. Lêbelê di vê gavê de ne Fir’ewn ne jî Haman û leşkerên wî haj pêhebûn ew zaroka dê ji wan re bibe neyar, kovan û êşan ji wan re peyda bike ev zarok e. Bi rastî ewna komeke pir tawanbar in.
Dema diya Mûsa (e.s.) pê hisya ku sandoq ketiye destê Fir’ewn hindik mabû ev raza xwe eşkere bikira û bigota ev zaroka min e. Bi heskirina Xwedê sebir kete dila û ev raza xwe veşart.
Çaxê xûşka Mûsa dît sandoq birin qesra Fir’ewn ev jî çû wê derê. Êdî Mûsa yê li qesra neyarê xwe de mezin bibûya. Lê divê seba wî bimêjîne jê re şîrdêk bidîtina. Ji bo peyda kirina şîrdayinekê ketine bajêr. Lê çiqas jin anîn Mûsa çiçikê wan hilneda û şîrê wan nemêt. Wê çaxê xûşka Mûsa ji wan re got ez jineka vê zarokê bimêjîne nas dikim. Gotin tu ji kure vê jinikê nasdikî? Wê jî got ew diya min e. Jê pirsîn; ka şîrê wê heye? Xûşka Hz. Mûsa ji wan re got; birayê min Harûn dimêjîne. Lewra Harûn di sala zar nedihatin kuştin de bibû. Keçik çû pey diya xwe hilda anî û Mûsa hankê ve çiçikê diya xwe mêt û kerema Xwedê diya Hz. Mûsa bi wî awayî li cem wan wî re bû şîrdê. Bi heskirina Xwedê hertişt edilî û aramî pêk hat. Xwedê Teala vî awayî we’dê xwe pêk anî. Bi vî şeklî heya şîrevekirinê li cem diya xwe ma û piştî şîrevekirinê disa anîne qesra Fir’ewn û heta xortaniya xwe li wê derê ma. Xwedê Teala neyarê Fir’ewn di qesra wî de li ber cavên wî mezin kir.
Hz. Mûsa li vê derê heyata desthilatan nas kir û neheqî û zordariya wan bi çavên xwe ve dît û li her tiştê wan hişiya. Lêbelê wî dizanibû ew ne zaroka wan e û tu carê jî mîna wan nebû. Herdem xwe nêzîkî mezlûman didît û hevalbendiya Fir’ewn û koma wî ne dipejirand. Her çendî di qesrê de mezin bibû û li wê derê de dijiya jî hemasa alikariya hejar û hewcedaran dikir. Jixwe xortekî serwaxt û jêhatî bû. Carna bi dizîka ve diçû bajêr û li wan dera digeriya.

HZ. MÛSA DİÇE HEWARA BENÎ ÎSRAÎLÎKÎ
Rojekê dîsa çû bajêr li wan dera hinekî geriya. Lê nihêrî du kes ketine pêsîra hevdû li hevdu dixin. Ji wan yek Benî Îsraîlî bû yanî ji qewmê Hz. Mûsa yê dinê jî, ji qewmê Fir’ewn bû. Yê Benî Îsraîlî gazî Mûsa kir da ku pişta wî bike. Hz. Mûsa jî çû pişta wî kir û ça kulmeka bi zexm li yê qiptî xist merik kete erdê mir. Çaxê Mûsa lê nihêrî mêrik miriye û ji ber vê gelekî poşman bû. Lewra niyêta wî ya kuştina wî merikî tunebû ev yek bê hemdî wî qewimîbû û got: Ev ji karên şeytan e û birastî ew neyarekî eşkereye. Ya Rebbî! Xwelî li serê min be tu min bibexşîne.
Mûsa (e.s.) seba kese wî nebîne û pênehise wî ev yeka kiriye bi dizîka ve ji bajêr derket. Dotira rojê Mûsa dîsa hate bajêr lê niherî howe mêrikê duh îroj dîsa bi yekî dinê re şer dike. Wextê çav bi Mûsa ket dîsa jê alîkarî xwest. Van kirinên Benî Îsraîlî gelekî hêrsa Mûsa anî. Çû kete navçîtiya wan û ewna ji hev dûr xistin û berê xwe da yê duh û jê re got tu merivekî bêtehr û bêexlaqî û hêrsa xwe jê re anî û bezyayê. Ser vê merik ji Mûsa tirsiya û jê re got; te duh ew mêrika kuşt îroj jî qey tu çavlêyî min bikujî. Gava wî ji Mûsa re wisa got yê dinê eva bihist û çû caw da milet. Gel ji bo Mûsa bigrin bi hev civiyan. Yekî ji Benî Îsraîliyan ji vê tevgera wan agahdar bû û ji wî serê bajêr reviya heya serê dinê û ev yek elamî Mûsa kir û got; zû ji xwe re rêkê bibîne û ji destê wan xelas bibe. Hz. Mûsa jî ji Xwedê re dia kir; “Ya Rebbî! Tu min ji vî qewmê zalim xelas bikî” û dizîka ve ji Mîsrê reviya û bêyî kes wî bihise kete rê. Lewra bi mêrkujiyê ve dihate tawanbar kirin.
HZ. MÛSA Lİ MEDYENÊ
Xwedê Teala jî ev rê dabû pêşya wî. Hz. Mûsa berê xwe da Medyenê û got hêviya min ewe ku Rebbêm min bigihîne rêya rast. Medyen welatekî azad bû û zilm û zordariya Fir’ewn li vê derê eser nedikir.
Hz. Mûsa ji deşt û çolan re derbas bû gihîşte Medyenê. Li nêzîkî ava Medyenê li binê darekê xwe dirêj kir da ku bêhna xwe bistîne. Ji lewra ji rêka qasî heşt rojan dikişand hatibû û gelekî westiya bû. Lê nihêrî şivan û berxvan heywanên xwe tînin avdidin. Lêbelê du qîzan pezê xwe ji hinekê wan wêdetir dabûne rawestan-din û heviya çûyîna şivanan sekinîbûn. Lewra di henga-ma pez avdanê de tevlihevî çêdibûn. Ji bo vê hetanî her-kesî heywanê xwe avnedana û neçûyana herdu xûşkan pezê xwe avnedidan.
Çaxê Mûsa ewna di vê rewşê de dît wana bala wî kişandin û çû ji wan pirsî:
-Hûn çima pezê xwe avnadin û wisa dûr disekinin?
Wan jî got:
-Bavê me kalemêreke, birayê me jî tuneye. Ji ber vê hindê em xwe diçine ber pezên xwe û li ser avê jî hetanî ewna gişk neçin em pezên xwe avnadin.
Hz. Mûsa alîkariya wan kir. Pezê wan hilda bire ser avê û dewsa wan avda û wan jî heywnê xwe hildan birine mala xwe. Hz. Mûsa dîsa hate binsiyê û kete derya ramanan. Lewra ev der welatekî xerîb bû, ne nas û dostên wî li van dera hebûn ne jî heval û hogir. Ji bo vê jî nizanibû yê çi bike. Lê rind dizanibû Xwedê (c.c) tu carê wî tenê û bêgav nahêle. Di nav van fikran de bû, lê nihêrî ji wan keçên hêca yek bi şermokî ber ve bi wî de tê. Hz. Mûsa rabû ser xwe. Keçikê hat jê re got:
-Bav êmin ez şandim pey te da ku heqê te bide û hinekî bi te re bipeyive.
Ev herdû qîz qîzên Hz. Şû’eyb bûn. Gava çûbûn malê, ji bavê xwe re behsa vî xortê alîkariya wan kiribû kirin. Bavê wan tê derxistibû, ev kesekî xerîbe. Ji ber vê qîzeka xwe şandibû pey da ku ev kesê xerîbê qencîkar bibe mêvanê wan.
Hz. Mûsa deweta wan pejirand û çû cem kalemêr. Kêfxweşî dane hevdu û Mûsa xwe bi wan da nasîn û serpêhatiya xwe vegot. Kalemêr şîret lê kir û got êdî tu ji wan netirse, lewra tu ji wan dûrî. Hz. Mûsa çendekî bû mêvanê wan û di kar û şixulê wan de alîkariya wan kir û bû mîna kurê malê. Jixwe pêdiviya wan jî zilamekî wekî Mûsa hebû. Ji lewra him mirovekî jîr û jêhatî bû, him jî kesekî emîn û durist bû. Digel vê Hz. Mûsa xwedî taybetiyên pêdiviya malbatê pê hebûn gişkan bû. Ji bo vê rojekê keçeka kalemêrî ji bavê xwe re got:
Bavo wî zilamî bi heq bigre, yê him şixulê me bike him jî yê here ber pezê me.
Kalemêr ev pêşniyarî Mûsa kir û got:
-Heke tu heşt salan ji min re bixebitî û kar û barên malê bikî, ezê ji van herdu qizên xwe yekê bi te re mer bikim. Lê heke tu heşt salan temamî deh salan bikî ewê jî bibe qeciya te û ev tiştkî bi dilê te ye. Ez heznakim zehmetiya bidim te. Bi hezkirina Xwedê tê bibînî ez ji salihan im.
Hz. Mûsa ev pêşniyar û mercên Hz. Şû’eyb pejirand in. Bi rastî Xwedê (c.c) diayê wî qebûl kiribû. Him ji zilma Fir’ewn filitîbû him jî bibû xwedî kar û maleka tê de bijî. Hz. Mûsa çawa xeber dabûn wisa kar û barên malê kir. Dem û dewran zivirî û wextê çûyînê hat.

Dİ RÊYA MİSRÊ DE
Dilê Mûsa jî hebû vegere welatê xwe. Lewra ev çendî çend salên dûr û dirêj bûn ji welat, malbat û xizmên xwe cûda, li xerîbiyê de dijiya. Kulfeta xwe hild berê xwe dane Misrê. Mûsa û malbata xwe hingî rêde çûbûn berêka ve westiyan û hedî hedî tarî jî kete erdê û loma Mûsa rê ji hev dernexistin û şaş bibûn. Serma jî hingî diçû zêde dibû. Lewra çol şev serma û seqema vê zefe û hewa wê sar dibe û hatibûne tanga çiyayê Tûrê. Hz. Mûsa lê nihêrî li çiyê agirek vêdikeve. Hz. Mûsa malbata xwe li wê derê êwirand û ji wan re got:
Howe li derahanê agirek vêdikeve, ka ez herim wê derê dibe ku ji bo hûn pê xwe germ bikin agirekî tînim yan jî hinekan li wir dibînim da ku rê û dirbekê nîşanî me bide.

QASİDÊN XWEDÊ HZ. MÛSA Û HARÛN
Berve bi aliyê agir de meşiya. Çaxê gihîşte hinda agir jê re hate wehiy kirin.
“Çaxê gihîşte hida agir hate nîda kirin: “Ey Mûsa bi rastî Ez Rebbê te me, solên xwe derxe, tu li newala pîroz tûwayê yî. Min tu hilbijartî. Nika guh bide tiştê ji te re tê wehiy kirin. Ez Xweda me. Xêncî Min tu îlah tuneye. Vêca ji min re îbadet bike û ji bo Min bîr bînî rabe nimêjê.” (Ta-Ha: 11-14)
Hz. Mûsa ji aliyê Rebbê xwe ve ji bo qasidiyê hati-bû hilbijartin. Bi rastî Xwedê Teala ji bo kê bixwaze wî nîmetî dide wî.
Deng dîsa hat û herçendî Xwedê Teala her tiştî dizane jî pirsî:
-“Ew çi ye di destê te de? Ey Mûsa!
Got: Ew esayê min e, bi wê ve xwe digrim, pê ve ji pezê xwe re belgan dadişînim û di karên dinê de jî kêrîm in tê.” (Ta-Ha: 17-18)
MÛCÎZÊN HZ. MÛSA
Xwedê (c.c) emir kir: Ewiya dayne erdê. Hz. Mûsa esayê xwe danî erdê û lê nihêrî bûye marekî û li erdê gikişe. Çaxê Mûsa (e.s.) dît esayê wî bûye mar, tirsek kete dila. Lê Xwedê (c.c) got; netirse wê bide destê xwe, dê dîsa mîna berê bibe esa.
Eva mûcîza yekem bû Xwedê Teala dabû Hz. Mûsa.
Vê carê jî destê xwe bixe binçenga xwe û bila bê kêmasî çîlûsipî derkeve.
Ev jî mûcîza duyem bû.
Xwedê (c.c) emrî Hz. Mûsa kir:
Here bal Fir’ewn, bi rastî ew gelekî axozî bûye. Ji bo guh bide nesîheta û ji Xwedê bitirse van mûcîzên me dane te jî nîşanî wan bide.
Lêbelê Mûsa (e.s.) li cem wan mêrkûj û sûcbar dihate hesabê û ji ber wê jî Hz. Mûsa ditirsiya ku gava wî bigrin yê bikujin.
Xwedê (c.c) re weha dia kir:
Ya Rebbî! Singê min veke, karê min hêsan bike û gillêya zimanê min jî veke da ku gotinên min rind fêm bikin. Ji bo vî karî de bibe biştgirê min ji malbata min birayê min Harûn jî bide alîkariya min. Da ku em te zef tesbîh bikin û bi bîr bînin. Xwedê (c.c) jî ev xasteka wî qebûlkir.
Hz. Mûsa bi vî awayî ji Xwedê Teala wehiy hildabû û ji ber vê jî jê re “kelîmûllah” tê gotin ango yê bi Xwedê (c.c) re qise kiriye.
Ji bo her kar û xebatê perwerdebûn tiştekî pêwîste. Lewra ji bo kirina her tiştî şert û mercên taybetî hene. Xwedayê pewedegarê kaînatê jî berya wezîfa rîsaletê bide qasidên xwe heta mûdetekî wana diceribîne û perwede dike. Lewra barê milê wan pir giran û zehmet e. Hz. Mûsa jî bi vî şeklî hatibû perwede kirin. Gor vê yê peyama rebbê wî hinartibû bigîhan da neyarê xwe Fir’ewnê zordar. Her çendî wî xwe îlah dihesiband jî dê bendebûna wî têxista bîrê. Lewra gelek cara mirov eslê xwe ji bîr dike û ji heddê xwe dibuhire.
Hz. Mûsa hedî hedî serxwe de hat û bi dilekî rihet vegeriya cem malbata xwe. Êdî ew qasidê Xwedê bû. Çû Misrê digel birayê xwe Harûn (e.s.) ji bo fermana Xwedayê dilovan bigihîne çûne cem Fir’ewn. Xwedê Teala ji wan re gotibû bê tirs û fikar herin wî hişyar bikin, ez bi we re me. Ezê we ji zilma wî biparêzim. Xwedê Teala rebaza teblîxê jî dabû wan. Ji lewra gava mirov karekî bike, her çendî ev kar qenc û heq be jî heger rêbaza (menhec) mirov rast nebe di wî şixulî de serkeftin tiştekî zehmet e. Seba wê Barî Teala ji wan re gotibû:
Tu û birayê xwe ve bi mûcîzeyên min dane we ve herin û di bîranîna min de sistiyê nekin. Herin cem Fir’ewn bêguman ew zef har bûye. Çaxê hûn çûn bi zimanekî şirîn pê re xeberbidin. Dibe ku guh bide şîreta yan jî bitirse. Xwedê (c.c) dest nîşan dike ku her çendî Fir’ewn ji heddê xwe bihuriye jî, hûn bi zarekî şirîn û bi tevgereke milahîm ve wî re bipeyivin. Belkê bi vî şeklî hişê xwe dide serê xwe û rastiyê dibîne. Bi rastî zimanê şirîn ji bo mirov bigêhije armanca xwe navgîneke (wesîle) pir giring e. Lewra wê çaxê mûxatab guh dide gotina mirov û bawer neke jî tê digêhije ka çi tê vegotin. Lê gava peyam bi zimanekî tund ve bê gotin, her çendî ev rast û kêrhatî be jî ne tê guhdar kirin ne jê tê pejiran-din. Ji ber ku rêbaza vegotinê xelet e û ev yek jî dibe sedema tev rabûna hestên mirov û wê hingê jî hest rê li hiş digre û mesaj nagêje armancê.
HZ. MÛSA Û HARÛN Bİ FİR’EWN RE KETİNE NİQAŞÊ
Hz. Mûsa û Hz. Harûn çûn derktine pêşberî Fir’ewnê zordar û fermana Xwedê pêşkêşî wî kirin.
“Mûsa weha got: Ey Fir’ewn, ez pêxemberekî ji aliyê Rebbê alemê ve hatime şandin im. Li ser min heqe ez li hember Xwedê bilî rastiyê tiştekî din nebêjim. Bi rastî min ji Rebbê we ji bona we delîlek aniye. Êdî Benî Îsraîliyan bi min re bişîne.” (E’ref: 104-105)
Fir’ewn wê çaxê Hz. Mûsa naskir û jê re got:
-Tu ew zarê li cem me mezin bibû nînî? Tu li cem bi salan mayî û te ew kirina xwe jî kir. Tu ji yên nanserçokê/nankor î.
Hz. Mûsa bersîva Fir’ewn da:
-Got; ez wê çaxê ji nezanan bûm. Gava ez ji we tirsiyam jî, ji vê derê reviyam. Êdî Xwedayê min hikmet da min û ez kirime ji pêxemberan. Ew qenciyên tu îroj dixî serhevda serê min ji ber ku te Benî Îsraîlî ji xwe re kiribûn kole ye. –(Şû’era: 18-22)-
Fir’ewnê xwîndar haqas zilm kiribû û xwîna mirov-ên bêkes û hejar rêtibû gişk ji bîr kiribû û nedianî bîra xwe. Ji Hz. Mûsa re digot me tu mezin kirî û tu zara berdestê me de yî û em te rind nasdikin. Hê ser de tû mêrkuj û tawanbar î. Tu çawa radibî dibê jî ez qasidê Xwedê me? Bi vî qaydî dil heye Hz. Mûsa piçûk bixe û derewçîn derxe. Lê Hz. Mûsa dibê je dema min ew kar kir ez nezan bûm û ew tiştê tu dixî serhevda serê min jî ji ber sîtemkariya te pêk hatiye.
Fir’ewn ji Hz. Mûsa pirsî:
-Tu behsa Rebbê aleman dikî, ew kê ye?
Hz. Mûsa bersîv da:
-Ew Rebbê erd û esmana û tiştên di navbera wan de ye. Heke hûn bi yeqîn bizanibîn?
Fir’ewn ji yên der û dora xwe re got:
-Hûn dibihên çi dibêje?
Hz. Mûsa domand:
-Ew Rebbê we ye jî û Rebbê bav û kalên we jî ye.
Fir’ewn got:
-Ev pêxemberê ji we re hatiye şandin bêguman dîn e.
Hz. Mûsa xeberdana xwe berdewam kir û got:
-Ew Rebbê rojhilat û rojava û tiştên di navbera wan de jî ye. Lê heke hûn bifikirin. –(Şû’era: 23-28)-
Hz. Mûsa û Harûn lê nihêrîn Fir’ewnê sîtemkar nayê rê û qelf û tiranê xwe bi wan dike û bi wan dikene. Wê çaxê jî ew bi ezabê Xwedê ve dan tirsandin û behsa afirandina gerdûnê kir. Lewra ev tiştan bi çavan ve dihate dîtin û dema mirov derbarê hebûnê de bifikire gelek tişt ji bo wan dibin ayet û bûrhan. Lêbelê dema çav û dilên mirov korbin tu tiştî nabînin û tênagihêjin.
Dema Fir’ewn gotibû Rebbê we kê ye? Wan jî gotibû Rebbê me Ewê her tişt afirandiye û rê nîşanî wan daye. Fir’ewn ji wan pirsî, lê rewşa pêşiyan çi ye? Hz. Mûsa got; zanîna wan di pirtûka li cem Rebbê min de ye. Rebbê min şaş nabe û ji bîr jî nake. Ewe, ji we re rûyê erdê kiriye doşeg û tê de ji we re rê û dir derxistiye û ji esmana baranê dibarîne. Ji bo me bi vê şiliyê ve ji nebatan cot cot derdixîne. Fir’ewn digot rewşa kal û bavên me çawa ye? Bi vê dilhebû xelkê ji wan dûr bixe û bêje evana ji pêşiyên we re bê hurmetin û dibêjin ewna ehlê kufrêne. Lewra mirov kal û bavên xwe qenc û ehlê xelasiyê dihesibînin û wan xerab nabînin û li ber çavê xwe mezin dikin. Lê Hz. Mûsa bersiveke wisa da yê tu kêrî wî nehat. Hz. Mûsa dev ji teblîxê berneda û di navbera giregir û pêştehatiyên qewmê Fir’ewn de doza xwe domand.

BİRCA FİR’EWNÊ FÊLBAZ

Fir’ewnê fêlbaz ji bo gelê xwe bixapîne ji Hamanê wezîrê xwe re got; rabe ji min re heta ji te tê birceke bilind çêbike. Da ku ez bi vê birca bilind ve rêyên esmana peyda bikim û Xwedayê Mûsa bibînim. Tê ragihandin Fir’ewn anî ev birca bilind da çêkirin û derkete ser û tîreke hê berê bi xwînê dabû avête esmana û çaxê tîr kete erdê anî xwîna li ser tîrê nîşanî xelkê xwe da û ji wan re got vaye we jî dît min Xwedayê Mûsa (haşa) kuşt. Lewra dema Hz. Mûsa li cem giregirên civakê heq teblîxî wî kiribû ji ber wê gelekî aciz bibû û ji bo vê dixwest gelê nezan bi van hîlên xwe ve bixapîne û Hz. Mûsa li cem wan derewçîn derxe.
Lê ev jî kêrî Fir’ewn nehat. Îcar ji Hz. Mûsa mûcîze xwest. Hz. Mûsa mûcîzeyên Xwedê Teala dabûyê li ber çavê wan nîşan da. Wextê Hz. Mûsa esayê xwe danî erdê bû marekî û kişiya û destê xwe xiste binçenga xwe derxist çîlûqerqaş biriqî.
Fir’ewn û hevalbendê wî ew mûcîzan bi çavê xwe ve bi awayekî eşkera eyanbeyan dîtin. Lê inyad û înkara wan ewna ji nûra îmanê gelekî ji dûr xistibû û bawer nekirin. Li hevdu şêwirîn û gotin ev sêrbazekî mezine û çavlêye bi vê sêrbaziya xwe ve me ji vî welatî derxe û xwe bibe hakim. Ji bo vê biryan dan û gotin emê gazî sêrbazên çar aliyê welat yên meşhûr û bi hûner bikin da kû tiştên Mûsa nîşan dabû pûç û betal bikin. Hatin eva ji Hz. Mûsa re gotin û wî jî ev daxwaza wan qebûl kir. Lewra wî zef rind dizanibû ev mûcîza Xwedê dabûyê ne sêhre û lê tiştên ji destên sêrbaz û cadûyan derdikeve bes sêhr û çav xapandineke.
Lİ HEMBER HEQ BATİL PÛÇ DİBE
Ji bo vê, roja cejnê kifş kirin. Armanca Fir’ewn bi vê ve ew bû ku Mûsa li pêşberî girseya gel bi sêrbazên xwe yên mahir ve têk bibe û tiştên wî nîşan dabû pûç û betal bike. Bi vî qaydî Mûsa û Harûn êli cem gel bê qedr û rûmet bimana. Lêbelê Xwedê (c.c) tu carî qasidên xwe li hember jirêderketiya tenê nehîştiye û çerxa wan çep zivirand.
Sêrbaz ji bo vê rojê ji çar terefê welêt hatin li Misrê kom bûn. Lêbelê ji bo vê roja mezin hinek daxwazê wan ji Fir’ewn hebûn. Jê re gotin dema em di vî karî de serbikevîn çi yê têkeve testê me? Firewnê axozî jî gotibû; hûnê bibine mirovên payeberzê nêzîkî min.

HEQ Û BATİL Jİ HEV DİYAR BÛ Û BAWERKİRİNA SÊRBAZAN
Roja hatibû kifş kirin hat. Gel ji bo vê têkoşîna dê di navbera heq û batil de pêk bihata temaşa bikin li qada civinê kom bûn. Nika carekê dîsa rastî û pûçîti yê ji hev veqetiya.
Sêrbazan ji Hz. Mûsa re gotin de bavêje. Lêbelê Hz. Mûsa ev qebûl nekir got; naxêr de hûnê çi bavêjin kanê bavêjin. Dawiyê de sêrbazan bi navê Fir’ewn ve weris û bendên destê xwe de avêtîne navê. Çaxê wan tiştên xwe hurşandine meydanê li ber çavan liviyan û çûn-hatin. Mirov digot qey marin, ji ber vê pêşyê peşke tirs kete dilê Hz. Mûsa jî. Lê Xwedê Teala jê re got netirse û esa yê xwe dayne. Hz. Mûsa bi navê Xwedê (c.c) esayê xwe danî. Wextê Hz. Mûsa esayê xwe danî erdê bû marekî mezin, sêr û çav girêdanê sêrbazan gişk betal kir û bend û tiştên wan hemû daqurtand. Li hember vê yêkê sêrbaz gişk şaşmetel û heyirî man. Lewra ewna sêrbaza sareza yê her curê sêr û tiştên wisa bûn, loma ji her kesî rindtir dizanibûn ev tiştê Hz. Mûsa nîşan dabû sêr nîne. Jixwe hêz û bandora sêrê tu carê wisa nabe, ev tiştekî dinê bû. Bi vî qaydî rastiya doza Hz. Mûsa bi awayekî zelal dîtin.
Sêrbazan têderxistin ku ev rastî bi xwe ye û hankê ve kunde ji Xwedê (c.c) re birin û gotin: “Me bawerî bi Xwedayê Mûsa û Harûn anî.”
Lê vê teslîmiyet û baweriya sêrbazan Fir’ewnê rezîl-bûyî, dînûhar kir. Ji wan re got; çawa he min destur neda we hûn bi Mûsa bawer dikin. Helbe ew mamoste yê we yî mezin e, loma hûn wisa dikin. Gef li wan xwar û got; ezê dest û lingên we çep û rast jê bikim û we li darxûrmê de dardabikim.
Lêbêlê ev rastiya sêrbazan bi çavê xwe ve dîtibû ew kef û cezayên tund bê bandor kiribûn û ji Fir’ewn re weha gotin:
-Bêguman emê Rebbê xwe de vegerin. Tu jî dilheyî ji ber vê baweriya me cezakî bidî me û heyfê hildî. Ya Rebbî! Tu sebrê li ser me de bibarîne û Tu rûhê me bi mislimanî bistîne. –(E’ref: 106-126)-
Di vê têkoşînê de li hember civakê rûreşî bibû para Fir’ewnê têk çûyî. Her çendî Fir’ewn gef li sêrbazan wxar jî wana tu carî dev ji îmanê bernedan. Ev jî bû nîşan û îsbata hêza baweriyê. Wextê mirov bi dil û can bawer bike can û mal jî here çi dibe bila bibe bawer-mend ji heqiyê dûr nakeve û poşman nabe. Lê heke mirov bi dolsozî doza xwe bawer neke û di baweriya xwe de dudil be tu qiymet û qûweta wê tuneye û ji bona vê jî bi hêsanî ji ber tiştên piçûk û bêkêr pûç dibe û diçe. Fenanî dareka bê reh û rizyayî li ber bayekî sivik jî teyax nade û dişkê. Lê berevajî wê, dara îmanê bi reh û rîçalên xwe yê mehkem ve hetanî kûrahiya erdê de diçe û bi şax û çiqilên xwe yê situr ve jî ber bi esmanan ve bilind dibe. Tu carê ba, bahoz û hêzeke din nikare wê ji dewsê bileqîne. Bêşik û guman ferqa di navbera van herdu baweriyan mîna vê ye.
Giregirên (mele) xelkê ji van ayet û mûcîzan ji xwe re ne ders hilnedabûn û ne jî tirs û xof ketibû dilê wan. Ji bo Hz. Mûsa bikuje helan didanê, gilî û gazîncê xwe li Fir’ewn dikirin. Hatinbûn ji re gotin: Hê tê Mûsa û Harûn piştî van bûyerên qewimîne sax bihêlî da ku bi serbestî îlahên me înkar bikin û rebbê xwe yê tenê bihebînin. Lewra ev ji me re xetereke dijware û dê fitnê û fesadiyê bixe navbera gel. Fir’ewnê taxut ji wan re got; çima nerinde em wana weha bib’ecinin? Emê bînin mêrên wan bikujin û jinên wan jî sax bihêlîn û ji xwe re bikine cêrî. Bî vî qaydî emê Benî Îsraîliyan perîşan bikin.
Hz. Mûsa alîkî de teblîxa ola heq dikir û di aliyê din de jî ji bo li hember zilm û neheqiya Fir’ewn sebir bikin şîret û pend li xelkê xwe dikir da ku hêviya xwe ji Xwedê nebirin û li benda alîkariya wî bin. Lewra sîtemkariya Fir’ewn bê kêm bûn dewam dikir û Benî Îsraîlî bi gilî û gazinc dihatin ji Hz. Mûsa re digotin jixwe çaxê hê tu nehatibûyî jî xwîna me dihate rêtin û renç û îskencên li me dihatin kirin û em li bin zilm û zordariya Fir’ewn de belengaz û perîşan bibûn. Hingî tu hatî jî bêyî guherîn ev rewşa me mîna berê dewam dike.
Lê hingî Fir’ewn zilma xwe zêde dikir kesên bawerî bi Mûsa dianîn û tevî bizava wî dibûn pirtir û xurttir dibûn. Vê pêvajoyê her diçû desthilatiya Fir’ewn dida tirsand. Digotin eger ev hal vê weha dewam biki dê hakimîyetê ji dest here û vê yêkê Fir’ewn gelekî aciz dikir. Şêwirmend û alîkarên xwe kom kir û derheq vê mijarê ketine gengeşiya. Fir’ewnê xwînxar got; ka min berdîn ez Mûsa bikujim, ew jî bila here gazî rebbê xwe bike. Lewra ez ditirsim dê dînê we biguhire yan jî dê li ser rûyê erdê fesadiyê derxê. -(Mû’mîn: 26)-

Jİ MALBATA FİR’EWN KESEKÎ BAWERMEND
Ji bo vê pirsgirêka sazûmana wan tehdît dike çareserîkê peyda bikin, ketibûne niqaş û lêgerîna. Divê çareserîke wisa bûya ev pirsgirêk kuta bikira. Di encama şêwrê de biryara kuştina Hz. Mûsa dabûn. Lewra gor wan sebebê vê meselê ew bû û ev yekê bes bi vî şeklê ji holê rabûya. Dema li derbarê vê mijarê de xeberdidan kesekî bawermendê ji malbata Fir’ewn bû, ew jî li vê civînê de hazir bû. Lê wî kesî ji ber xwîndarî û zilma Fir’ewn baweriya xwe vedişar. Çaxê gotin hatibû ser, wî jî gotibû; ji bo ku ew dibêje “rebbê min Xwedaye” loma hûnê wî bikujin. Him jî wî haqas mûcîzên elameşkere nişanî me daye. Hema em bêjin ewa di van gotinên xwe de derewkare, wê çaxê tu zerara wî ji me re tuneye. Lê heke gotinê wî rast bin emê xwe çawa ji wan ezaba xelas kin? Berya me da jî qewmên diderewandin pêrgî xezebê hatibûn. Ew ezeba jî qewmê Nûh, Ad, Semûd û yên ji pey wan re hatibû. Qewmê min bi rastî ez ditirsim ku ew ezabê bê serê we. Çaxê Yûsuf hatibû we bi wî jî îna nekir û we digot piştî Yûsuf tu pêxember nayên. –(Mû’mîn: 28-34)-
Lê Fir’ewn ev gotin qebûl nekir û got; ez xêncî fikrê xwe tu tiştî ji we re nabêjim û ez rêya rast nîşanî we didim.
Vî kesê bawermend çaxê firsend dikete desta deweta xwe didomand û bi şîretê xwe ve li wan dikir û rêya xelasiyê nîşanî wan dida. Ji wan re cudahiya navbera qencî û xerabiyê beyan dikir. Pûçîtî û betaliya eqîde û îlahên derewîn ji wan re bi mînak û delîlên saxlem ve beyan dikir. Kurtî û fanîbûna jiyana dunyê û ebedîbûna jiyana axiretê dikire bîra wan. Derbarê rastiya behişt û dojehê de agahî dida wan. Her çiqasî ewa ji bo xelasiya wan dixebitî jî wanê jirêaverê bûyî ji bo wî bikujin kemîn danîn. Lêbêlê Xwedayê dilovan ev bendê xwe yê salih ji kemîna bêbextan xelas kir. Aqîbeta xerab jî bû para wan.
Fir’ewn peya û pesn didane xwe û xwe ji ser her tiştî re didît. Ji mirovan re digot ev tiştên hûn bi çavên xwe ve dibînin hemû milkê min in. Ji wan re digot Mûsa yekî xizan û nezan e û ez ji wî çêtirim. Heke gotinê wî rast bûya divê ji esmana jê re bazinên zêr bihatana yan jî milyaket pê re bûna. Gelê xwe piçûk dixist û gel jî bêrûmetî û fasiqtî dikirin û serî li ber wî taxutî berjêr dikirin.Jixwe pirê zaliman hêza xwe ji mezlûmên bêdeng û serberjêr digrin. –(Zûhruf: 51-54)-

JİNA FİR’EWN JÎ BAWER KİR
Fir’ewn çi kir jî tu carê nikaribû rê li bawer kirina gel bigre. Çaxê kesekî îman bikira dînûhar dibû. Lêbelê hîdayet di destê Xwedayê serafê dilan de bû. Ji bo kê bixwaze hidayetê dide û tu kes jî nikare rê lê bigre. Tiştê ecêb ew bu ku Fir’ewnê ji gelê xwe re digot ez xwedî û hakimê we me. Lê nikaribû hukum li dilê jina xwe bikira. Lewra ji wan kesên Mûsa (e.s.) bawer kiribûn yek jî jina wî ya salih bû. Wê rastiya doza Hz. Mûsa dîtibû û bi dizîka bawerî pê anîbû û bi dizîka ji Rebbê xwe yê bê heval û şirîk re îbadet dikir. Ji sîtemkarî û nerindiyê Fir’ewn xwe disparte Xwedê Teala. Ji Xwedê re dia kiribû û Wî jî dia yê wê jina mûxlîs qebûl kiribû û jê razî bibû. Ji ber ku gunehê herkesî li stuyê wî kesî ye. Ji ber gunehê yekî tu carî xizm û eqrebayên wî nayên tewambar kirin. Wê weha lava kiribû:
“Rebbêm! Li cem xwe, di behiştê de ji min re xanîkî ava bike. Min ji Fir’ewn, kirinên wî û wî qewmê zalim xelas bike.” (Tehrîm: 11)
Xwedê (c.c) ew jina bawermend di Qur’ana Pîroj de ji me re mînak daye. Lewra ew ji bo mislimana gişkan nimûneke balkêş û giringe.

DİA YÊ HZ. MÛSA Û HZ. HARÛN
Her kes nota hev nîne. Hinek meriv ji hineka sebirtir û hinek jî ji hineka teyaxtir in. Ev taybetî û xisletên mirovan li hember tengasî û zehmetiyan derdikevine pêş çava. Pêxember û qasidên Xwedê Teala gelek caran rastî tengasî û zehmetiyan hatine. Lê ew kesên rêberê doza heq, heya hêz û taqeta wan hebûye di têkoşîna xwe de berxwe dane û xebitîne. Lêbelê wekî her kesî sînorê sebr û tehemûla wan jî heta derekê ye.
Hz. Mûsa û Hz. Harûn hetanî ji wan dihat bi zimanekî şirîn û delîl û mînakên balkêş ve Fir’ewn û gelê Misrê dewetî rastiyê kirin. Lê mixabin dil û hişên wan wekî keviran belkê hê ji keviran jî hişktir bibûn. Loma jî ronahiya heqiyê nedidîtin. Dawiyê de Hz. Mûsa û Hz. Harûn destê xwe berve bi Xwedê de vekirin û lavayî Wî kirin:
Ya Rebbî! Te mal û milk, xêr û zeyneta dunyê daye Fir’ewn û hevalbendên wî. Lêbelê ewna bi vê ve xwe qure dikin û mezin dikujin. Dev ji inyad û kufra xwe bernadin. Ya Rebbî! Tu mal û milkê wan telef bike û ji wan bistîne. Bila eş û jan têkeve dilê wan. Lewra ewna hetanî vî ezabê dijwar bi çavên xwe ve nebînin nayêne li ser rêya rast. –(Yûnus: 88-89)-
Xwedê (c.c) jî îcabetî dia yê qasidên xwe kir û emrî wan kir di rêya xwe de dewam bikin û nedine pey nezanan.
Bi hezkirina Xwedê (c.c) baran nebarîn û zevî û rezên wan hêşîn nebûn. Ji ber vê xela rabû. Çaxê şilî nebarîn û xela derket, rabûn Hz. Mûsa, heval û piştgirên wî berpirsyar û tawanbar girtin û gotin ji ber bêyûmiya wan ev afat û şetele li ser me de hatin. Bi rastî serhişkî û bêfêmiya kafiran mirov ecebmayî dihêle. Gava zevî û rezên wan rind digihîştin û zef ber didan peya didane xwe û digotin ev keda destê me ye. Me zef rind lê nihêrî û miqatî lê kir loma wisa rind bûn. Lê wextê berewajî wê dibû xwe perbirsyar nedidîtin û hinekêndin gunebar dikirin.
BELA Û ŞETELÊN BÊ NAVBER
Qewmê ji rê derketî bi van bûyeran jî hişyar nebûn û pûtperestiya xwe neterikandin. Loma Xwedê (c.c) ji wan re pey der pey afat û şetele şand. Li pey xela û hişkiyê vê carê baraneke zef gumrah barî, qarxûn rabû û ava rûbarê Nîle rabû û zevî û rezên wan hemû li bin lehî û sêlavê de mef bû û her tiştên wan ji ber vê lehî û sêlavê çûn. Tu tişt ji destên wan nehat. Lê nexweşiya kufrê ewna kor, ker û femekor kiribû. Lewra fitrat û tebîta wana pak xerab bibû. Vê carê kulî ketine zevî û debra wan û her çûn zêde bûn û hem û zevî û debra wan pûç kirin û wan jî nikaribûn serederiyê li kuliyan bikin. Careke din bi sipiya ketin û derman û hekîman pêk lê neanîn û çareserî jê re nedîtin. Li pey vê carê beqan êrişî koma ji rêderketiyan kirin. Ev artêşeke wisa bû tu artêşê nikaribû taqet bike li hember raweste. Dawiyê kanî û çemên wan bûne avxwîn. Axiriyê de wisa bibû êdî nikaribûn îdare bikin.
Ser van afatan hatin xwe avêtine Hz. Mûsa û Hz. Harûn da ku wan ji van musîbetan xelas bikin. Qewl dan dê wê çaxê tobe bikin û baweriyê bi Mûsa bînin û ji bo Benî Îsraîlî digel Mûsa herin yê wan serbest bihêlin. Lêwra Fir’ewn Benî Îsraîlî mîna kolan dida xebatê û rê li wan girtibû û nedihîş herine Filistînê.
Hz. Mûsa ji Xwedê (c.c) dia kir û ev musîbet û bela rabûn û ewna ji van musîbetan xelas bûn. Lêbelê ne Fir’ewnê zalim li ser peymana xwe sekinî û ne jî qewmê nankor ji hate li ser heqiyê.

BENÎ ÎSRAÎLÎ Jİ MİSRÊ DİÇİN
Xwedê (c.c) wehiy ji Hz. Mûsa re şand da ku Benî Îsraîliyan ji destê Fir’ewn xelas bike. Pey vî emrê Îlahî Hz. Mûsa ji bo Benî Îsraîlî tivdarekên xwe yên rêwîtiyê bikin xeber da wan û teme li wan kir ku seba Fir’ewn pê nehise bi dizîka xwe amede bikin. Lewra bextê Fir’ewnê xwîndar tunebû.
Wan jî zêr û xişrên xwe û tiştên xwe nê qiymet biha û barsivik hildan û şev bê deng û his ji Misrê derketin û berê xwe dane welatê xwe Filistînê. Benî Îsraîlî êdî ji koletiyê rizgar dibûn. Dê li welatê xwe de serbest di nav nîmet û bereketê de bijiyana. Lêbelê leşkerên Fir’ewn bi reva wan hisyan û caw dane Fir’ewn. Ji bo wan bigrin û vegerînin /bifetilînin Misrê Fir’ewn bi artêşa xwe ve da pey wan. Çaxê Hz. Mûsa û Benî Îsraîliyan êdî xwe gîhandibûne qiraxê Derya Sor, Fir’ewn bi artêşa xwe ve li wan derket. Loma Benî Îsraîlî gelekî tirsiyan. Lewra li alîkî de artêşa dijminê xwînxar û aliyê din de jî deryaka mîna dijmina dijwar hebû. Ji ber vê qewmê Mûsa (e.s.) jê re gotin:
-Te em anîne kuştinê. Qet nebûya li wê derê em bin zilmê de bûna jî sax diman û lê nika yê me bikujin.
Mûsa (e.s.) ji wan re got:
-Naxêr Xwedê (c.c) bi me re ye, dê me ji wan xelas bike.
KEREMA XWEDAYÊ DİLOVAN Û MÛCÎZÊN HZ. MÛSA YÊN DİN
Xwedê Teala bendeyên xwe di nav dest û lepên wan de nehîş. Bi rêyeke (mûcîze) wisa ve ewna ji destên wan filitand tu carê ne dihate bîra kesî. Xwedê (c.c) emrî kir Mûsa (e.s) ku bi esa yê xwe ve li derya yê bixe. Çaxê Hz. Mûsa bi esa yê xwe li Derya Sor xist bi heskirina Xwedê (c.c) av ji hev vekişiya û rêka zip û ziha derkete holê. Av li herdu aliyên rê de wekî çiyan bilind (quloz) bibû. Hz. Mûsa û Benî Îsraîlî bi rehetî ji vê rêyê re debasî qiraxê dinê bûn.

AQİBETA FİR’EWN Û ARTÊŞA WÎ
Fir’ewnê femekor ji vê mûcîzê jî, ji xwe re ders hilneda û hişê xwe neda serê xwe û çaxê lê nihêrî di derya yê de rêk vebûye wî jî da pêşya leşkerê xwe kete rê, haj aqîbeta xwe ya xerab tinebû. Gava hatine nîvê rê Benî Îsraîlî edî derbasî aliyê dinê bibûn û derya bi wan hate hev. Fir’ewn dît êdî xelasî tuneye, çû secdê û got:
“Bi rastî min bawer kir kû bilî îlahê Benî Îsraîliyan tu îlah tuneye, ez jî teslîm bûm.”
Lêbelê toba li ber mirinê qebûl nabê. Ji ber vê Xwedê Teala Fir’ewn û artêşa wi ya di her zilm û zordariya wî de piştgiriya wî dikirin û bi wî re bibûn hevbeş, di ezab de jî ew tenê nehîştin û hemî bi hev re di deryayê de xeniqîn. Dê roja axretê de jî pê re heval bin. Li dunyê ceza yê sîtemkariya wan di avê de fetisîn bû û ev bi hev re tem kirin û yê di axretê de jî di nav agirekî dilsoj de bi hev bicivin. Lewra kê di dunyê de ji kê re bibe heval û çi bike dê her weha di axrete de jî pê re heval be.
Hz. Mûsa û yên bawerî bi wî anîbûn bi kerema Xwedê (c.c) bi vî awayî sax û silamet ji kemîn û zilma Fir’ewn filitîn û berê xwe dane Filistînê.
Di rêberiya Hz. Mûsa û Harûn de berê xwe dane welatê bav û kalên xwe. Her çendî li pey xwe Misrê bax û bostan, mal û milkê xwe hîştibûn jî Xwedê (c.c) tiştên ji wan çêtir we’dî wan kiribû. Îcar Hz. Mûsa û Harûn bi kêmasiyên qewmê xwe re mijûl bûn. Lewra berê piranî bi Fir’ewn û qewmê wî re eleqeder dibûn. Digel vê asteng û tengasiyên nemaze ji bo vê doza heq venebêjin ji aliyê Fir’ewn pêk dihatin hebûn. Ji ber vê hindê derfet û îmkanên baş tinebûn bi şeklekî rind gelê xwe perwede bikin û wan ji nerindî û xisletên fitrata wana selîm qirêj kiribûn paqij bikin.
Ev çendî çend sal bûn digel qewmekî muşrîk jiya-bûn. Ji ber vê jî gelek bawerî û xûyan de çavdabûne wan û nola wan dikirin. Hz. Mûsa û Harûn jî seba gelê xwe ji wan şaşîtî û negenciyan pak û paqij bikin dixebitîn. Lê-belê gava bîr û baweriyên xerab nifûzî tebîet û karekterê mirov bike, paqij kirina wê dibe karekî pir zehmet.
Ji Derya Sor bihurîbûn û berve bi Filistînê dimeşiyan, li ser rêya xwe rastî komêk însanên pûtperest hatin. Dema Bênî Îsraîlî çav li vê rewşa wan ketin ji Hz. Mûsa re gotin; de ka tu jî, ji me re jî pûtekî wisa çêbike û em jî wî re peresti bikin. Bi

YORUMLAR

İsminiz

 

E-Posta Adresiniz

Yorumunuz

TemaFabrika